10 gumanbarên ku li Diyarbekirê di operasyona behîsên derqanûnî de hatin desteserkirin hatin girtin

09 February 2025 22:32 0 dîtin
10 gumanbarên ku li Diyarbekirê di operasyona behîsên derqanûnî de hatin desteserkirin hatin girtin

PeyamaKurd – Ji 18 gumanbarên ku li 6 parêzgehên ku navenda wê Diyarbekirê ye di operasyona behîsên derqanûnî de hatin desteserkirin 10 kes hatin girtin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Sîberê yên Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê di çarçoveya têkoşîna li dijî behîsên neqanûnî de xebat meşandin.

Li Diyarbekir, Wan, Bîngol, Îzmîr, Edene û Erziromê li dijî şikbarên ku di çarçoveya behîsên derqanûnî de dest bi şandina pereyan kiribûn û li gor rapora MASAKê qebareya danûstendina wan bi qasî 25 milyon lireyî hat tespîtkirin operasyonên hemwext hatin kirin. 

Di operasyonê de 18 kes hatin desteserkirin. Piştî karên li midûriyeta emniyetê ji gumanbaran 5 kes sewqî edliyeyê hatin kirin û piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatin berdan, yên din jî sewqî Dadgerê Cezayê yê Asayîşê hatin kirin.

Ji gumanbaran 10 kes ji aliyê dadger ve hatin girtin, yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.