115 hezar karkerên postaxanê dest bi grevê kirin

27 August 2022 00:52 0 dîtin
115 hezar karkerên postaxanê dest bi grevê kirin

PeyamaKurd – Rêxistineka girîng ya karê postayê dike ya bi navê Royal Mail ê ku 115 hezar xebatkarên wê hene, bi sedema enflasyon û bihabûna jiyanê ya li Îngîltere dev ji kar berdan û ketin grevê. Dewleta Brîtanyayê rêxistinê di sala 2013 an de firotibû şîrketên taybet. Greva karkeran ya bi tenê ji bo 1 rojekî tevliheviyê çêkir û kar serûbinê hev bû.

Postaxaneyên ku di bin navê Royal Mail ê de dixebitin derebeyên xwe danîn û derê xwe dadan. Şandna peran û ewraqên fermî yên ku dibirin ji bo dezgeyên fermî di cîh de man.

Xebatkarên Royal Mailê wê car din di 31 ê tebaxê de, di 8 û 9 ê êlûnê de grevê bikin. Serokê sendika CWU yê Dave Ward axaftinekî kir û weha got:

“Karkerên Postaxanê biryarê dane heya mehaneyên wan zêde bikin, wê grevan bikin. Karsaz bi mîlyaran pere qezenc dikin lê zorê didin karkeran ku bankayên xidayan bikarbînin û em di welatekî weha de nikarin bijîn.”

Hatibû ragihandin ku di meha adarê de şîrketa Royal Mail ê 73 mîlyon Sterlîn kar kiriye.