12emîn Festîvala Azadî û Newrozê ya Hewlêrê dest pê dike

10 March 2022 18:39 0 dîtin
12emîn Festîvala Azadî û Newrozê ya Hewlêrê dest pê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 11ê Adarê, 12emîn Festîvala Azadî û Newrozê li Hewlêrê tê lidarxistin ku heta 20ê Adarê bi çalakiyên cûrbicûr ên hunerî berdewam dike.

Derbarê festîvalê de Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav ragihand, piştî ku çend sal in Festîvala Azadî û Newrozê nayê kirin, îsal bername hatiye danîn ku careke din ew festival dest pê bike.

Xoşnav got: “Sibe 11ê Adarê ku salvegera azadkirina Hewlêrê ye, çalakiyên Festîvala Azadî û Newrozê dest pê dikin û heta 20ê Adarê berdewam dikin.”

Parêzgarê Hewlêr da zanîn, hejmareke mezin ji hunermendan di festîvalê de amade dibin û çalakiyên curbicur ên hunerî û werzişî têne kirin û da zanîn, yekem çalakiya festîvalê bi danîna kevirê binyatê yê Peykerê Şehîd Xece Bawe dest pê dike.

Umêd Xoşnav diyar kir, hemû rêkarên ewlehiyê û her hêsankarî ji bo beşdariya welatî û geştiyaran hatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 11ê Adara 1991ê xelkê Hewlêrê bi piştevaniya hêzên Pêşmerge li dijî rêjîma Beis a Iraqê rabûn ser pêyan û di demeke kurt de bajarê xwe azad kirin.

Şehîd Xece Bawe jî jineke têkoşer a Hewlêr û Kurdistanê ye û wek sembola qehremaniya jinên Kurd tê zanîn ku di Raperîna 1991ê de li Hewlêrê şehîd bûbû.