15 kesên ku li ser hesabê îstîxbarata Îsraîlê xebitîne dadgehê wan sand zîndanê.
PeyamaKurd – 34 gumanbarên ku li ser navê îstîxbarata Îsraîlê Mossadê xebitîne, hêzên asayîşa Tirkiyê di heman wextê de avêt ser 57 navnîşanan û her 34 gumanbaran girt. Oprasyon li bajarên Îstenbol, Ankara, Kocaeli, Hatay, Mersin, İzmir, Van û Diyarbakirê çêbûn.
4 roj li ser hev îfadên gumanbaran hat girtin. Gumanbar ji ber casûsiya Îsraîlê kirine hatin binçavkirin û piştî îfadên wan hatin sitendin, wan derxistin pêşberê dadgehê. Dadgeh 15 kesan şand zîndanê û 8 kesan ji bo wan derxin derveyê sînorê Tirkiyê teslîmê rêvebiriya koçberan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin