2 birayên ku di bendava Dukanê de fetisîn cenazên wan dîtin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li navça Dukanê du birayên ku di Bendava Dukanê de fetisîbûn cenazên wan dîtin. Hat gotin ku wê cenazên wan bişînin bajarê Kerkûkê. Ragihandina dîtina cenazên du birayan ji terefê qeymeqamê Dukanê Sîrwan Lale Serhad de hat kirin.
Serhad ragihand ku cenazên ji terefê tîmên noqavê de hatin dîtin, şandine morgê û piştî pêdivî werin cîh, dê cenazan bişînin Kerkûkê. Serhad weha got:
“Her dû xort Kurdin û ji bo pîknîkê hatine Dukanê. Birayekî li ber fetisandinê bû ye û birayê din ji bo wî rizgar bijke dikeve avê û her dû bira weha can didin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin