'2024 wê bibe sala hêvî û serbilindiyê'
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe ya sersala nû de got, "2024 wê bibe sala serbilindî û hêviya Fransayê."
Emmanuel Macron xîtabî gelê Fransayê kir. Macron diyar kir ku danê êvarê Olîmpiyadên Havînê yên Parîs 2024 û Paralîmpîk û Katedrala Notre Dame piştî şewata 2019an wê ji nû ve bên vekirin û got, "2024 wê bibe sala serbilindî û hêviya Fransayê."
Serokomarê Fransayê di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:
“Lîstikên Olîmpîk û Paralîmpîk sedsalê carekê têne mazûvanî kirin û dibe ku Katedralek hezar salan carekê ji nû ve were çêkirin. 2024 wê bibe sala biryardarî, hilbijartin, başbûn, serbilindî. Bi rastî jî wê bibe sala hêviyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin