21 sazî û komeleyan bertek nîsanî qedexeyên konser û sanoyên kurdî dan: Miflis in!
PeyamaKurd – Tora Ziman û Çanda Kurdî jî di nav de 21 sazî û komeleyan, li ser qedexekirina konser, şano û bernameyên Kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi daxuyaniyeke hevbeş bertek nîşan dan.
Di çend rojên dawî de, ji aliyê hin parêzgeh û şaredariyan ve konserên hunermendên Kurd Aynur Dogan û Metîn - Kemal Kahraman, Mem Ararat û lîstikên şanoyê yên kurdî bi hincetên cuda hatin qedexekirin. Herî dawî jî Qeymeqamtiya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, pêşandana Şanoya Mencel ku 31ê Gulanê wê bihata lîstîn betal kir.
Li ser van qedexe û betalkirina konser û şanoyên kurdî bi hincetên cuda, Tora Ziman û Çanda Kurdî jî di nav de 21 komele û saziyên parastina ziman, çand û hunerê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ew qedexe wekî dijminatiya zimanê kurdî binav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dijmintiya sîstematîk ku bi sedan salan e li hember zimanê Kurdî berdewam dike, di van rojên dawî de bi betalkirina şano, konser û çalakiyên Kurdî zêdetir bûye. Herî dawî jî duh şanoyeke Kurdî li Tetwanê hate qedexekirin. Sedemên ku ji bo betalkirina konser û şanoyên Kurdî tên nîşandan, tenê hincet in; meseleya bingehîn ew e ku gelê Kurd li her derê xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve.
Hat diyarkirin ku her çend zimanê Kurdî ji statûyeke fermî bêpar hatibe hiştin, di her firsendê de rasterast yan nerasterast hatibe astengkirin û bi binpêkirina biçûktirîn nirxên mirovahiyê her tim rastî êrişan hatibe jî, her roj dewlemendtir dibe û ber bi siberojeke ronak daye ser rê.
Di daxuyaniya hevbeş de hatiye diyarkirin, “Xwedîderketina li ziman û çanda xwe, qanûna bingehîn a gelê Kurd e. Şerên cîhanî ku dewlet hilweşandine û ava kirine, nekarîne vê rastiyê tune bikin. Betalkirina şano û konserên Kurdî hewlên dawî yên siyaseteke miflis in.
Li hember van hemû qedexekirin û êrişan, em ê li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin, bi zimanê xwe yê dayikê li her kuçe û kolanekê stranan bistrên û hunera xwe îcra bikin û bersivê bidin van êriş û qedexeyan. Ev êriş tenê dikarin ezma me ya parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî zêdetir bikin. Gelê Kurd bi êriş û qedexeyan dest ji zimanê xwe bernade. Em ê li hember van êrişan di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe biparêzin.”
Sazî û komeleyên îmze dane daxuyaniya hevbeş ev in:
1.Tora Ziman û Çanda Kurdi
2.Navenda Çanda Mezopotamyayê
3.Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanden Mezopotamyayê ( MED - DER )
4.Enstituya Kurdi ya Stenbolê ( Komeleya Lêkolînên Kurdi )
5.Enstituya Kurdî ya Amedê
6.Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman , Çand û Hunerê ya ARSISA
7.Komeleya Wêjekarên Kurd
8.Komeleya Lêkolinen Ziman û Çande ya ARI – DERE
9.Komeleya Birca Belek
10.AVESTA Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman
11.Komeleya Lêkolinën Ziman û Çande ya Ferate ( FERAT - DER )
12 .Platformên Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat
13.Federasyona Komeleyên Müşe
14.Federasyona Komeleyên Şirwanê
15.Federasyona Komeleyên Wane
16.Federasyona Komeleyên Îdire
17.Federasyona Komeleyên Êlihê
18.Federasyona Komeleyên Qereqoçana Xarpêtê
19.Platforma Patnosiyên li Stenbolê
20.Kovara Destarê
21.Komeleya Ekolojiye

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin