3 parlementerên CHP ê ji partiya xwe îstîfa kirin

29 January 2021 23:39 0 dîtin
3 parlementerên CHP ê ji partiya xwe îstîfa kirin

PeyamaKurd – 3 parlementerên partiya komarî yên CHP a Tirkiyê derketin ber çapemeniyê û ragihandin ku wan ji partiya xwe ji CHP ê îstîfa kirine. Parlementerên îstîfa kirine; parlementerê bajarê Îzmîrê Mehmet Ali Çelebi, yê bajarê Karabükê Hüseyin Avni Aksoy, û yê bajarê Yalovayê Özcan Özel’in.

Her 3 parlementer li ber meclisa Tirkiyê ragihandina îstîfa xwe kirin û gotin ku bi 6 xalan giliyên xwe di 26-27 ê mehê de bo serokê giştî yê partiya CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu û wekîlê serokê grûba CHP ê Özgür Özel pêşkêş kirine.