3 sal berê 7ê Hezîrana 2017an biryareke dîrokî bo Referandûma Serxwebûnê hat dayîn
PeyamaKurd – Îro salvegera biryardana Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku 25ê Îlona 2017an bi piştgiriya gel a rêjeya 92,7% li Başûrê Kurdistanê hat encamdan e.
Sê sal berê roja 7 Hezîrana 2017an nûnerên piraniya partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de civiyan û biryareke dîrokî ji bo pêkanîna referandûma serxwebûnê dan.
Di civîna 7ê Hezîrana 2017an de bi razîbûn û piştevaniya hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê biryar hat dayîn ku 25 Îlona 2017 referandûm were kirin ku li nav bi milyonan Kurdên li seranserê cîhanê belav bûne bû sedema kêfxweşiyê.
Partî aliyên piştgirî dan referandûmê wiha bûn:
PDK, YNK, Yekgirtû, Bizava Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Şûî, Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê, Partiya Karkir û Rêncberên Kurdistanê, Partiya Reform û Pêşketinê ya Kurdistanê, Tifaqa Turkmenên Hewlêrê, Eniya Turkmenên Iraqê, Partiya Geşedanê ya Turkmenan, Tifaqa Ermenî ya Kurdistanê, Bizava Demokratîk ya Aşûrî, Encumena Netewî ya Kildan-Aşûrî.
Piştî referandûma serxwebûnê ku hîn jî belgeyeke dîrokî û rewa ya gelê Kurd e, welatên cîran û xêrnexwazên navxwe yên Kurdistanê dijmantî ligel rêveberiya Herêma Kurdistanê dane destpêkirin.
Herwiha xiyaneta 16ê Cotmehê ku Kerkûk bo hêzên İraqê û Heşda Şeibî hat radestkirin jî xiyanetkarên nav YNKê ku nekarîn ji referandûmê re bibin asteng, rûreşiya xwe nîşan dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin