341 Hecîyên Hewlêr û Duhokê vedigerin Kurdistanê
PeyamaKurd - Rêveberê Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Niyaz Neqşbendî eşkere kir ku îro Yekşemê 341 heciyên din ên ji Herêma Kurdistanê bi rêya Balafirgeha Hewlêrê vedigerin.
Niyaz Neqşbendî got, îro Yekşemê di demjimêr 20:00an de 341 heciyên ji Herêma Kurdistanê dê bi rêya Balafirgeha Hewlêrê vedigerin ku ew heciyên Hewlêrê û Duhokê ne.
Hate ragihandin ku dê heta 14ê vê mehê hemû heciyên Kurdistanê vegerin û roja Duşemê jî 144 heciyên din vedigerin.
Hêjayî gotinê ye, îsal 4 hezar û 685 welatiyên ji Herêma Kurdistanê ji bo Hecê serdana Erebistana Siûdiyê kirin ku 690 ji wan bi rêya bejahî û yên din jî bi rêya asmanî çûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin