4 ton kokaîna ku ji Tirkiyê çûbû li giravên Spanyayê hate girtin
PeyamaKurd – Hêzên Spanyayê keştîyeke ji Tirkiyeyê bi rê ketibû û 7 jê Tirk, 10 karmendên wê hebûn desteser kir ku tê de madeya hişbir kokaîn hebû.
Polîsê Spanyayê ragihand ku wan li bakurê rojavayê Girava Lanzoroteyê ya Spanyayê li devereke nêzîkî giravên Kanaryayê di keşetiyeke kargoyê de dest daniye ser 4 ton kokaîn.
Ajans France Press (AFP) ragihandiye, keştiya kargoyê ya bi navê Rasê ku bi alaya Tanzanyayê bû ji Tirkiyeyê bi rê ketiye û biryar bû barê xwe bibira rojavayê Afrîkayê.
Keştî li Girava Lanzoroteyê ya Spanyayê li ser gumanê hatiye rawestandin û 4 ton kokaîn tê de hatiye girtin.
Di operasyonê de 10 karmendên keştiyê hatine desteserkirin ku 7 ji wan Tirk, 2 ji wan Azerî û yek jî Holendî ye.
Polîsê Spanyayê bi hevahengiya 6 welatên Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya, Navenda Operasyon û Analîzê ya Deryavaniyê keştiya kargoyê şopandiye û piştre biryara operasyonê daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin