43 dosyayên parlementeran pêskêsî serokatiya meclisa Tirkiyê kirin
PeyamaKurd- Dosya serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu jî di nava wan de 43 dosyayên parlementeran bo mafên ewlekariya wan ya qanûnî rakin, hatin pêşkêşkirin bo serokatiya Meclisa Tirkiyê.
Di nava wan de dosyayên hevserokên HDP ê Pervin Buldan û Sezai Temelli jî hene. Bi van dosyayan re dosyayên ku gihane meclisê bo rakirina mafên ser wan yên ewlekariyê yên qanûnî, gihaye 292 dosyayan. Di nava dosyayan de piraniya wan yên parlementerên HDP ê ne. Tenê yek jê yê parlementerê AKP ê yê Îstenbolê Hulusi Şenturk, yên parlementerên CHP ê 2 parlementer û yê parlementerê TİP ê yê Hatayê hene. Dosyayên din hemû yên parlementerên HDP ê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin