460 koçberên di nav Derya Spî de asê mabûn hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 460 koçberên ji welatên cuda yên hefteyeke di nav Deryaya Spî de mabûn, hatine rizgarkirin.
Sos Medîterranee, Xaça Sor a Navneteweyî û Federasyona Xaça Sor (FICR) dane xuyakirin ku 460 koçberên hatine rizgarkirin hefteyek bû li nava deryayê asê mabûn.
Li gorî daxuyaniyê, koçberên hatine rizgarkirin piraniya wan Misrî û Bangladeşî bûne û bebek jî di nav de 80 koçberên zarok hene ku tenduristiya hinekan ji wan pira xirab bûye.
Rêxistinên navdewletî dane zanîn ku ew koçber bi 10 operasyonên cihê yên rêxistinên civaka sivîl hatine rizgarkirin û niha di keştiya rizgarkirinê ya Ocean Vîkîngê de dimînin.
Waz rêxistinan daxwaza rakirina astengiyên li ser keştiyan û koçberan li welatên Ewropî kiriye daku mafên koçberan misoger bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin