5 welatên endamên daîmî yên NY li ser Talîbanê li hev kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 5 welatên endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransayê li ser mijara Talîbanê ku bûye deshilatdarê Afganistanê li hev kirin.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ragihand ku Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransayê bang li Talîbanê kirine hikûmeteke giştgir a hemû pêkhateyan li xwe bigire ava bike.
Gutteres li civînên 76emîn Civata Giştî ya NY de diyar kiriye ku wan her pênc welatên endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî hevnêrîn bûne ku li Afganistanê mafên jin û keçan werin parastin û Afganistan nebe rêgeha terorîzmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin