517 gorên gundê Koçoyê li benda anîna termên Kurdên Êzidî ne
PeyamaKurd - Li gundê Koço yê Şingalê ku rastî komkujiya terora DAIŞê hatibû, zêdetir ji 6 mehan e goristaneke taybet ji bo binaxkirina termên qurbaniyên destê DAIŞê hatiye amadekirin, lê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, termên qurbaniyan li Bexdayê mane û nehatine şandin.
Muxtarê gundê Koco Nayif Caso ji K24ê re gotiye: “Me goristanek ji şehîdên xwe re amade kiriye. Ev bûne şehîdên niştiman û bi taybet jî şehîdên ola me. Bêgûman xelk dixwaze miriyên bînin û veşêrin û sardana wan bikin.”
Ilyas Salih ku kesûkarê qurbaniyekî gundê Koço ye daye xuyakirin: “Me 517 gor amade kirine. Hestiyên termên qurbaniyan li Bijîşkê Dadî yê Bexdayê ne. Xwaziya civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê termên qurbaniyan vegerînin.”
15ê Tebaxa 2014an terorîstên DAIŞê komkujiyek li gundê Koço kirin û jin û keçên Êzidî revandin û mêr û kur jî kuştin û di 14 gorên komî de ew veşartin.
Piştî rizgarkirina deverê ji destê DAIŞê, ew gor bi awayekî fermî hatin vekirin û termên qurbaniyan bo Bexdayê hatin şandin. Heta niha zêdetir ji 100 term hatine naskirin û malbatên wan li benda asayîbûna rewşê û nemana Koronayê ne, ji bo bi merasîmekê termên kesûkarên xwe veşêrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin