700 malbatên bajarê Koyê ji ber êrîsên Îranê nikarin dagerin malên xwe
PeyamaKurd – Qeymeqamê bajarê Koyê ragihand ku 700 malbat ji ber êrîşên Îranê yên bi dronan û fuzeyan ku dibin ser Herêma Kurdistanê malên xwe terk kirine û nikarin dagerin malên xwe. Qeymeqamê Koyê Tariq Hayderî ji bo Rûdawê ragihandiye ku 700 malbatên nikarin dagerin malên xwe ku ew xelkê gundên Hermote, Şile û Topzawa ne. Her weha malbatên penaber yên Rojhilatê Kurdistanê jî di nav wan de ne û qeymeqam weha got:
“Li gundê Hermote piraniya wan Xîrîstiyan140 malbat hene. Îran dikare car din êrîşê bike. Diyar nîne bê van malbatan dê kengê dagerin ji ber ku ji êrîşan ditirsin. Bawer nakin ku wê car din Îran êrîşê neke û ewlehiya jiyana wan tineye.”
Îranê di 28 ê êlûnê de êrîş biribûn ser kampên Kurdên Rojhilat û di êrîşan de 18 kes can dabûn û 50 kes birîndar bûbûn. Li gundê Hermeto yê girêdayê Koyê, berya êrîşên Îranê 118 malbatên Xîrîstiyan û 25 malbatên Misilman hebûn. Niha di rojê de 30-40 malbat diçin gund û di êvarê de dadigerin Koyê.
Gundiyên Xîrîstiyan di rojên xwe yên ayînî de wê herin gund û ayînên xwe bikin lê ev jî ji aliyê jiyana wan de xetere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin