8 erebe lihev ketin û 8 kes birîndar bûn

18 June 2020 21:40 0 dîtin
8 erebe lihev ketin û 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Li axir bajarê Kurdistanê li Sêwasê li navçeya Yıldızelîyê bi sedema baranê rê şematek bû bû sedema şemitandina erebeyan û 4 erebe lipey hev qeza kirin. Di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê çêbû. Bi sedema lihevketina erebeyan gelek kes ji erebê pekiyan derve. Di qezayê de Cemal Tunç, Metin Sezgin (42), Sevim Karaca (63) Recai, Semiha (46), Kerime (25), Zeynep (8) û Aylin Ertürk (19) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina polis, tîmên îtfaiyê û tîmên tenduristiyê xwe gihandin ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneya Yıldızeliyê ya dewletê û nexweşxaneyên bajarê Sêwasê.