Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axifî
PeyamaKurd – Piştî îdiayên li ser mirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, malbata wî bi rêya telefonê pê re axifî.
Li ser pêwendiya telefonî, Parêzerên Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û dan zanîn: “ Bo malbata Abdullah Ocalan mafê xwe yê pêwendiya bi telefonê bi kar bîne, ji bo dozgeriyê hatine bangkirin. Dema Ocalan bi birayê xwe re diaxivî, piştî demeke gelek kurt, axaftin hatiye birîn û axaftin nehatiye berdewamkirin.”
Parêzerên Ocalan destnîşan kirin, dozgerî ji bo ku mafê xwe yê pêwendiya bi telefonê bi kar bînin, gazî malbata muwekîlên wan, Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş yên di girtîgeha Îmraliyê de ne kiriye.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê eşkere kiriye: “Dema Ocalan bi birayê xwe re diaxivî, piştî demeke gelek kurt, axaftin hatiye birîn û nehatiye berdewamkirin. Axaftina Hamîlî Yildirim jî pir kurt berdewam kiriye lê Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji ber ku rewşa tecrîtê protesto kirine, pêwendî pêk neanîne.”
Buroyê herwiha diyar kiriye, derfeta wan çênebûye ku ew derbarê rewşa tenduristiya Ocalan de agahdariyeke baş bi dest xwe bixin û ji ber vê yekê ji bo ku li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin, daxwaza hevdîtineke lezgîn dikin.
Herî dawî di 3yê Adara 2020an de malbata Ocalan bi wî re hevdîtin kiriye û di 27ê Nîsana 2020an de, birayê wî Mehmet Ocalan bi rêya telefonê pêwendî bi wî re pêk aniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin