Abdurrahman Kurt: Serdana Mesrûr Barzanî bi qasî serdana Serokomarê Azerbaycanê girîng e
PeyamaKurd – Abdurrahman Kurtê AK Partî MKYKê diyar kir, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê bi qasî serdana Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev girîng e.
Abdurrahman Kurt derbarê serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê de nirxandin kirin.
Kurt da zanîn, serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê bi qasî serdana Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev a Tirkiyeyê girîng e.
Kurt bal kişand ku li Tirkiyeyê 25-30 milyon Kurd hene û ev welatî geşedanên li Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û got, serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke taybet e.
Kurt destnîşan kir, têkiliyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê li gorî demên borî zêdetir pêş ketine û diyar kir, serdana Mesrûr Barzanî wê di pêşerojê de encamên bibandor di pêwendiyan de bide.
Abdurrahman Kurt destnîşan kir, Herêma Kurdistanê ji bo dewletbûnê xwedî binesaziyeke baş e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin