Aborîzanê navdar eskere kir: Enflasyona Tirkiyê ji sedî 94,86 e
PeyamaKurd – Aborîzanê navûdengî li dinyayê Steve Hanke, li ser rewşa xirab a aboriya Tirkiyê peyamek belav kir û tê de ragihand, enflasyon ango bihayiya li Tirkiyê 94,86% e.
Aborîzan Steve Hanke ku profesorê Zanîngeha John Hopkins beşa Ekonomiyê ya Amerîkî ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî eşkere kir, “Ez niha enflasyona Tirkiyê ya salane wekî ji sedî 94,86 hesab dikim.”
Hanke, herwiha amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) jî bi bîr xistin û got ku reqemên TUIKê yên rêjeya enflasyonê ya 36,08% gelekî dûrî hesabê wî kiriye ne û hesabkirina enflasyonê ya wê saziyê jî wekî sextekariya rojane ya ‘zilamên Erdogan’ bi nav kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin