Ahmed Sara: Em ê ji bo muzakereyên bi HSDê re wext dirêj bikin

25 January 2025 16:38 0 dîtin
Ahmed Sara: Em ê ji bo muzakereyên bi HSDê re wext dirêj bikin

PeyamaKurd – Rêvebirê HTŞê yê Şamê Ahmed Şara ragihand ku naxwazin bi HSDê û Kurda re şer bikin û wê wext bidin ji bo muzakereyan. Li gor nûçeya Middle East Eye, Şara ragihandiye ku :

“HSD, tekane haza çekdare ku heya niha çekên xwe teslîmê wezareta bergiriya Sûriyê nekiriye. Em difikirin bi HSDê re hevdîtinên xwe dewam bikin û li ser masê rûnên. Armanca me; em rêyekî hevpar peyda bikin. Herkes dizane berê li wê herêmê mafê wan yê hemwelatiyê jî tinebû. Berê, bi taybetî rejîma Beşar Esad ya berê, gelek neheqiyan li wan kir.”

Çendeyekî berê Ahmed Şera bi fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re civiyabû. Şara got wê Kurd wekî temamê hemwelatiyên Sûriyê xwediyê mafên wekhev bin û di rêya hevdîtinan de şertên xwe ji bo HSDê ragihandine. Şara weha dewam kir:

“Pêwiste Kurdên koçî welatên din kirine dagerin malên xwe û ser axa xwe. Divê temamê çekan di destê dewletê de be. Her kî be jî, dema bê îzna dewletê çekan bigre, wê kar ji kontrolê derê. Em îznê nadin grûbên çekdar yên biyanî ku li ser axa Sûriyê hebin. Bi taybetî ew grûban ewlehiya Tirkiyê tehdîd dikin û ji ber di nav Tirkiyê de ketine nav hinek tevgeran, em li hemberê wan dertên.”

Şara, her weha got ku Tirkiye hevdîtinên di navbera HSDê û Şamê de destek dike û ji bo bigihên peymanekî ji derve de jî muzakere dewam dikin.

Li ser mesela DEAŞê û HSDê Şara ragihand ku HSD DEAŞiyan û malbatên DEAŞê di kampan de digre û ji xwe weke kardekî bazarê bikartîne û dewam kir:

“Carna tehdîd dikin û carna şantajê dikin. Me ji wan re (HSDê re) nameyekî şand da pirsgirêkê çareser bikin.”

Ajansa Reutersê roja Yekşema borî ragihandibû ku HSD û DYA hewl didin ku bi Tirkiye û aktoren herêmê re di rêya diyalogê de rêyekî çareseriyê peyda bikin.