Ahmedinejad xwe amade dike da bibe namzedê serokkomarê Îranê
PeyamaKurd – Piştî mirina serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîs ku di qeza helîkopterê de mir, Îran biryarê da ku di 28ê Hezîranê de hilbijartina serokkomar çêbibe. Serokkomarê berê Ahmedînejad jî xwe amade dike ji bo bibe namzedê serokkomarê Îranê.
Di hilbijartinên serokkomariyê yên berê de Ahmedinejad 2 car hatibû vetokirin. Niha, di nav lêgerînê de ye bê wê karibe bibe namzedê serokkomariyê an na.
Ji bo kesekî karibe bibe namzedê serokkomariya Îranê, divê Konseya Parastvanên Destûra Îranê namzediyê qebûl bike. Hinek terefdarên Ahmedinejad çûne ber derê wî û jê xwestine ku bibe namzed lê Ahmedînejad ji wan re weha gotiye:
“Ez li şertan dinêrim. Îro kîjan tevger di berjewendiyên Îran û xelkê Îranê de ne, ez pîvana wan dikim.”
Berê dihat gotin ku Ahmedînejad nebûbû serokkomarê Îranê, di sala 1989an de li Viyanayê di kuştina sekereterê PDKa Îranê ya Dr. Abdurrahman Qassemlo de destê wî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin