Ajansa Penaxwaziyê ya YE: Tirkiye pistî Sûriye û Afganistanê di rêza sêyem de ye
PeyamaKurd – Ajansa Penaxweziyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) amarên daxwaza penaxwaziyê bo welatên endamên Yekîtiya Ewropayê belav kir.
Li gorî Ajansa Penaxwaziyê ya YE, piştî welatên Afganistan û Sûriyê, Tirkiye welatê rêza sêyem e ku herî zêde hemwelatiyên wê daxwaza penaxwaziyê li welatên Ewropayê kirine.
Hat diyarkirin ku di sala 2022yan de, tevî welatên din ên Ewropayê 966 kesan serlêdana penaberiyê li welatên Norwêc û Swêdê kirine ku ev jî ji sedî 50 zêdebûnê nîşan dide.
Li gorî amarên ajansê di sala 2022yan de bi 130 hezar zêdetir serlêdanan Sûriye di rêza yekem de ye, Afganistan bi 129 hezaran di rêza duyem de ye û Tirkiye jî bi 55 hezar serlêdanên penaberiyê bo welatên Ewropayê di rêza sêyemîn de cî digire.
Di rapora Ajansa Penaxwaziyê ya YE de hatiye destnîşankirin ku sedema zêdebûna serlêdanên penaberiyê ji Tirkiyeyê, paşveçûna demokrasiyê û zêdebûna enflasyon û bihayiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin