Akademîsyenê Kurd: Mesrûr Barzanî hewlên jinavbirina statuya Kurdistanê pûç kir!
PeyamaKurd - Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Dr. Soran Berzincî, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê û pesendkirina budceya sala 2021ê ya Iraqê nirxand û got, pêdagariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser parastina îrade û mafên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê hemû fişar û hewl û ajandeyên jinavbirina Herêma Kurdistanê pûç kir.
Dr. Soran Berzincî ji K24ê re da xuyakirin, yek ji destkeftên herî berbiçav ê mezin yê kabîneya neheme a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e, ku hîç bahaneyeke siyasî û yasayî bi destê Hikûmeta Bexda û aliyên siyasî yên Iraqê nehiştiye ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bigihên rêkeftinê.
Berzincî da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî dest bi karbûnê bi 6 rojan û bawerîdana Parlementoya Kurdistanê serdana Bexdayê kir û niyazpakiya Herêma Kurdistanê ji bo rêkeftina ligel aliyên siyasî yên Iraqê û hikûmeta federal a Iraqê nîşan da.
Dr. Soran Berzencî diyar kir, “Hin kesan dixwest hemû destkeft û qewareya Herêma Kurdistanê bixe destê Iraqê û Bexda ajanda û desthilata xwe bi ser îradeya xelkê Herêma Kurdistanê bisepîne. Lê belê pêdagariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser parastina îrade û mafên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê hemû fişar û hewl û ajandeyên jinavbirina Herêma Kurdistanê pûç kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin