AKP, bertekê nîsanî êrîsa ser Quranê û ala Tirkiyê da

25 March 2023 21:36 0 dîtin
AKP, bertekê nîsanî êrîsa ser Quranê û ala Tirkiyê da

PeyamaKurd – Berdevkê AKP ê Omer Çelik bi sedema li Danîmarkayê êrîş kirin ser Qurana pîroz ya Misilmanan û ala Tirkiyê bertekê nîşanî, kiryarê û hukumeta Danîmarkayê da û got:

“Li Danîmarkayê grûbekî faşîst a dijminê Îslamê ku êrîşê ser Quranê û ala Tirkiyê kirine, em li kiryara wan û leystika wan lanetê dibarînin. Em ê têkoşîna xwe li hemberê wan êrîşan bi xwurtî dewam bikin. Danîmarka kiryara ku li hemberê Îslamê û ala Tirkiyê hatiye kirin weka azadiya ramanê binav dike û em îzîndayîna Danîmarkayê bi tundî şermezar dikin.”

Omer Çelik daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de da.