Al-Monitor: Nêçîrvan Barzanî bû navbeynkarê Serokê Îmaratê û Erdogan

01 September 2021 10:29 0 dîtin
Al-Monitor: Nêçîrvan Barzanî bû navbeynkarê Serokê Îmaratê û Erdogan

PeyamaKurd – Li gor nûçeyeke Al-Monitorê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo pêwendiya telefonî di navbera Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayed el-Nahyan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk bê, bûye navbeynkar.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê diyar kir, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayed el-Nahyan pêk aniye û têkiliyên her du welatan û mijarên navçeyên hatine nîqaşkirin.

Derbarê hevdîtinê de Ajansa Fermî ya Nûçeyan ya Îmaratê WAM di daxuyaniya ku hatiye belavkirin de daye zanîn, di hevdîtina Erdogan û Nahyan de, têkiliyên her du welatan hatine niqaşkirin û bi armanca bihêzkirina têkiliyên dostane li ser çareseriyan gotubêj kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku Erdogan û Nahyan di mijara berjewendiyên hevpar û çend mijarên din yên navçeyê de danûstendina fikrî kirine. 

Malpera nûçeyan Al-Monitorê jî destnîşan kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî alîkar bûye ji bo pêwendiyeke telefonî ya di demeke nêzîk de ku di navbera Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayed el-Nahyan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk hatiye.

12ê Hezîrana 2021ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokê Îmaratê çûbû Îmaratê û derbarê serdana xwe li ser Twîtterê wiha gotibû: “Me mijarên bihêzkirina têkiliyên her du welatan, aştiya herêmê gotubêj kirin. Yek ji mijaran jî Tirkiye bû.”