Aldar Xelîl: Me û hikûmeta Samê li ser hinek mijaran li hev nekirine

08 July 2022 11:35 0 dîtin
Aldar Xelîl: Me û hikûmeta Samê li ser hinek mijaran li hev nekirine

PeyamaKurd – Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl diyar kir, hinek mijar hene wan û hikumeta Şamê li ser li hev nekirine.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl ji medyaya nêzîkî partiya xwe re eşkere kir û got, bepirsiyariya parastina serdestiya Sûriyê dikeve ser milê hikûmeta Şamê.

Aldar Xelîl destnîşan kiriye, krîza Sûriyê “bi dawîhatina dagîrkeriya axa Sûriyê” re çareser dibe û banga hikûmeta Sûriyê kir: “Divê hikumeta Şamê berpirsiyariyên xwe yên li hemberî parastina serdestiya Sûriyê pêk bîne. Divê em ji bo aloziya Sûriyê çareseriyekê peyda bikin. Em xwedî proje ne. Ji roja destpêkê ve me projeya xwe ji raya giştî û tevahî cîhanê re ragihand. Sûriye ne ya pêkhateyekî tenê ye. Em heta niha di vê projeya xwe de berdewam in.”

Bi gotina Aldar Xelîl ji ber Tirkiyê krîza li Sûriyê kûrtir bûye û got: “Tirkiyê hişt temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe. Eger hikumeta Şamê bi rastî dixwaze aloziya Sûriyê çareser bike, nîqaş û şêwir tenê têrê nakin. Bêguman ev şertekî sereke ye, lê bi wê tenê temam nabe, faktorekî din heye ew jî rawestandina dagirkeriyê ye.”

Herwiha Aldar Xelîl li ser danûstandinên di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de jî axivî û da zanîn, hinek xal hene wan û hikûmeta Şamê li ser li hev nekirine û got: “ Xala ku niha divê lihevkirin li ser çêbibe, xeteriya li ser me hemiyan e, ji ber gefên dewleta Tirk serdestiya Sûriyê jî di xeteriyê de ye. Hin mijar hene ku em hêj li ser li hev nakin, yek mijara navendîbûnê ye, ku hikûmeta Şamê dev jê bernade, ji ber ku bawer dike eger dev jê berde wê hikumê wê hilweşe. Ev xaleke girîng e, eger li ser vî fikirî bimîne, wê demê tê wateya ku yên derdora xwe wekî ku tune ne dihesibînî. Mijara din jî ku Sûriye ne tenê ya pêkhateyekî ye.”

Herî dawî Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê destnîşan kir: “Hikûmet di wê baweriyê de ye ku nenavendî dibe sedema ketina wê. Hikûmet dixwaze nasnameya Sûriyê tenê ji bo pêkhateyekê be.”