Aldar Xelîl: Tirkiye hewl dide xaka Sûriyê parçe bike

20 February 2025 18:30 0 dîtin
Aldar Xelîl: Tirkiye hewl dide xaka Sûriyê parçe bike

PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya  PYDê Aldar Xelîl, di civîneke ligel ciwanan de, bal kişand ser êrîşên berdewam ên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê û artêşa Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê û got, “Tirkiye hewl dide xaka Sûriyê parçe bike.”

Aldar Xelîl diyar kir ku Tirkiye û çekdarên wê yekîtiya xaka Sûriyeyê dikin armanc û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên xwefiroş êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Ev êrîş ne tenê leşkerî ne, lê hewldaneke diyar ji bo ferzkkirina rewşeke nû li ser erdê ye û di çarçoveya plana dewleta Tirk a parçekirina xaka Sûriyeyê de têne kirin."

Xelîl têkildarî helwesta desthilata Şamê ya li hember komên çekdar jî got: "Eger van komên ku îdia kiriye ku xwe tasfiye kiriye û tev li artêşa Sûriyeyê bûne, gelo ev naxweyî ne yan derve ne. Eger ev kom ji derve bin, hikumeta qaşo ya Sûriyeyê li ku derê ye?”