Aleksandar Vucic: Ez bawerim Ûkrayna dê berya 2030an bibe endamê YEyê
PeyamaKurd – Serokkomarê Sırbistanê Aleksandar Vucic li ser îhtîmala endamtiya Ûkrayna ya ji bo YEyê daxwuyaniyê da û got ku ew bawer dike Ûkrayna berya sala 2030an bibe endamê YEyê û di pey de dibe ku Sırbistan, Arnavutluk, Karadağ û eger Bûlgaristan îznê bide dê Makedonya bakûr seredana endamtiya YEê bikin û bibin endam.
Serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic, li Çekyayê li Pragê di çarçova Foruma Globsec de, di panela ‘Tevlîbûna Balkaniyên Rojava ya Yekîtiya Ewrûpayê’ de axifî. Vucic, li ser endamtiya Sirbistanê ya YEyê jî got:
“YE û Sirbistan di mijara Kosovayê de fikrên wan cuda ne. Ji bo çareseriya pirsgirêkê, divê çareyekî ku her dû alî qebûl bikin an çareyekî ku herdû alî weke hev jê nerazîbin bêkirin. Eger çareser nebe, em dizanin emê nebin perçeyekî ji YEyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin