Alîkarê Serokomarê Tirkiyê: Kesê Luqman kustiye ji Batmanê ye

02 September 2024 16:28 0 dîtin
Alîkarê Serokomarê Tirkiyê: Kesê Luqman kustiye ji Batmanê ye

PeyamaKurd – Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, derbarê kuştina bi kêrê ya welatiyê Duhokî Hekîm Lûqman li Stenbolê de daxuyanî da û got, bûyer ne ji ber axaftina Kurdî û ragihand, kesê ew kuştiye bixwe ji Batman a Bakurê Kurdistanê ye.

Piştî kuştina Hekîm Luqman li ber kafeya otêleke Stenbolê ji aliyên hin kesan ve, pismam û xizmên Hekîm Luqman gotibûn, ew ji ber axaftina bi Kurdî rastî êrîşê hatiye û hatiye kuştin.

Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, îro duşemê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke nivîskî ragihand, gotinên bi rengê “Karsazê Duhokî tenê ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê axiviye hatiye kuştin” nerast in û provokasyon in.

Yilmaz got, “Ti pirsgirêka me bi wan kesan re nîne ku bi Kurdî diaxivin. Tirkî zimanê me yê fermî û hevpar e” û got, di serdema hikûmeta wan de qedexeyên li ser Kurdî hatine rakirin.

Cevdet Yilmaz li ser bûyerê got: “Gumanbar welatiyekî me yê ji Batmanê ye. Li gorî lêkolînên destpêkê ti pêwendiya bûyerê bi axaftina bi Kurdî re nîne.”

Li aliyê din li gorî daxuyaniyên şahidan 10-12 kesan êrişî Hekîm Luqman kiriye û sedem jî axaftina bi Kurdî bûye.