Almanya, ji Cotmeha 2023an heya niha 43,500 koçberan pasde vegerandiye
PeyamaKurd – Almanya di çarçova têkoşîna bi koçberan re, ji Cotmeha sala 2023an heya niha 43,500 koçberan vegerandiye ciyên jê hatine.
Berdevkê wezareta karên hundir yê Almanya Maximilian Kall li Berlînê ragihand ku karibûne bi vê rêyê ber li koçberan bigrin, kontrola sînor li temamê sînorên hundir têkirin û ew rewş ji aliyê têkoşîna bi mirovên karên qaçax yên koçberan dikin re, girînge.
Têkoşîna bi koçberan re di Cotmeha sala 2023an de wekî qanûn û bicîhanînê, karibiye bi piranî ber li koçberan bigre.
Li gor ragihandinê, di sala 2024an de seredanên îltîcayê li gor sala berya wê 111 hezar kêmtir bûye û ev jî tê vateya ku %34 kêm bûye. Di heman demê de nisbeta koçberên vegerandinê %22 zêdetir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin