Almanyayê hisyarî ji bo alîgirên rejîma Esed da!
PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku alîgirên rejîma Esed a hilweşiyayî li Sûriyê ku di tawanên şer û binpêkirina mafên mirovan de cih digirin, eger derbasî Almanyayê bibin, wê bêne girtin û dadgehkirin.
Baerbock di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya hefteyî Bild am Sonntag de diyar kir ku rayedarên Alman rê nadin ku ajanên rejîma Esad li Almanyayê bi cih bibin û got, “Eger îşkencekarên Esed niha difikirin birevin Almanyayê, ez tenê dikarim vê yekê eşkere bibêjim, em ê ji hemû piştgirên rejîmê ji ber tawanên hovane yên ku pêk anîne bi hemû hêza qanûnê hesab bipirsin."
Baerbock herwiha diyar kir ku girîng e rayedarên ewlekariya navneteweyî û servîsên îstîxbaratê di vê demê de bi qasî ku ji nêz ve bi hev re bixebitin.
Wezîra Karên Navxweyî Nancy Faeser bal kişand ser wê yekê ku kontrola sînor li Almanyayê tundtir e û wiha got: "Em gelekî hişyar in. Eger piştgirên rêjîma Esed ya terorîst hewl bidin ku birevin Almanyayê, bila bizanibin ku tu welatekî din tune ku bi qasî Almanya tawanên wan bişopîne. Ev yek divê wan ji cesareta ceribandinê dûr bixe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin