Almanyayê plana Macron a mîsyona leskerî ya Ûkraynayê nepejirand

09 June 2024 22:49 0 dîtin
Almanyayê plana Macron a mîsyona leskerî ya Ûkraynayê nepejirand

PeyamaKurd - Derkete holê ku hikûmeta Almanyayê piştgiriyê nedaye plana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a damezirandina mîsyona pirneteweyî ya perwerdeya leşkerî ya li Ûkraynayê.

Li gorî nûçeya rojnameya Welt am Sonntag a Alman, Serfermandarê Giştî yê Franseyê Thierry Burkhard hefteya borî ji 10 welatên weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya, Hollanda, Polonya, Danîmarka û Swêdê re nameyek şandiye û bang li wan kiriye ku ji bo damezirandina mîsyoneke leşkerî ya perwerdehiya leşkerî ya li Ukraynayê beşdarî vê mîsyonê bibin.

Plan ji aliyê hikûmeta hevpeymanî ve nehate pejirandin

Hate ragihandin ku li gel Fransayê hikûmeta Almanyayê paxav nekiriye û nameya vexwendina beşdariya vê mîsyonê ji Wezareta Parastinê ya Almanyayê re neşandiye jî, plana Macron, ji aliyê hikûmeta Almanya ya ji sê partiyên wek; Partiya Demokrat a Azad (FDP), Partiya Keskan û Partiya Sosyaldemokrat (SPD) ku di bin Serokwezîrtiya Olaf Scholz de wek hevpeyman hatiye damezirandi ve nehatiye pejirandin.

Li gor rojnameyê, hikûmeta Almanyayê di van hefteyên borî de, di gotûbêjên navxweyî yên li Brukselê de çendîn caran aşkere kiriye ku ew beşdarî vê mîsyona perwerdekirina artêşa Ûkraynayê nabin.

Egera zêdebûna aloziyan

Di demeke ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hewl dide ku di bin sîwana şandeya alîkariya leşkerî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya heyî de, ji bo piştgiriya Ûkraynayê (EUMAM Ukraine) mîsyonek perwerdehiyê ava bike, ev pêşniyar di nav dîplomatên YE yên li Brukselê de nehatiye pesendkirin.

Piraniya welatên YEyê, ji ber egera zêdebûna baldora aloziya şerê Ûkrayna û Rûsya a li nav welatên Ewropayê,  li dijî misyona perwerdekirina leşkerên Ûkraynayê ne.