Almanyayê bi 345 milyon euroyan çek firotin Tirkiyê

23 June 2020 18:15 0 dîtin
Almanyayê bi 345 milyon euroyan çek firotin Tirkiyê

PeyamaKurd – Medya Almanyayê bi eşkerekirina belgeyên nihênî ragihand ku Tirkiyê sala derbasbûyî bi bihayê 344 milyon û 600 hezar euro çekên şer ji Almanyayê kirîne û car din ketiye rêza yekem di kirîna çekan ji Almanyayê de.

Li gorî ragihandina medyaya Almanyayê ku belgeyên “nihênî” yên Wezareta Darayî eşkere kirine, Almanyayê sala 2019an bi giştî bi bihayê 823 milyon û 600 hezar euro çek hinarde kirine. Zêdetir yek ji sisiyê hinardekirinê jî bo Tirkiyê bûye ku sala 2018ê jî Tirkiyê bi bihayê 242 milyon û 800 hezar euro çek ji Almanyayê kirîbûn û di rêza yekem de cih girtibû.

Di kategoriya “çekên şer” a hinardekirina hikûmeta Almanyayê de tank, top, keştiyên cengê, helîkopterên serbazî, keştiyên jêr deryayê û firokeyên şer cih digirin. Hikûmeta Almanyayê sala derbasbûyî ji ber êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hinardekirina hinek çekan bo Tirkiyê rawestandibû.

Lê belê li gor medya Almanyayê, di raporta hinardekirina çekan a hikûmeta Almanyayê de ku hefteya borî hatiye belavkirin, navê welatên sêyem ên derveyî Yekîtiya Ewropa û NATOyê cih digre ku daneyên hinardekirinê yên Tirkiyê bi awayekî cuda nehatibûn dayin.

Di raporta 2019ê de, ji 45 welatên çekan ji Almanyayê dikirin navê 35 welatan cih nagire. Bi hinceta vê sepana nû, Daîreya Federal a Îstatîstîkan di raportê de bal kişandibû ser wê yekê ku eger daneyên her welatekî cuda bên dayîn wê demê mimkun e kompaniyên çek firotine bên destnîşankirin. Bi vê hincetê jî li ser prensîba parastina razên ticarî daneyên welatan nehatine belavkirin.

Parlamenterên Encûmena Federal eger daxwaz bikin dikarin xwe bighînin amaran, lê ji ber ew zanyarî “nihênî” ne bo raya giştî nayên parvekirin. Partiya Keskan û Partiya Çep ku opozisyon in vê sepana nû rexne dikin.