Almanyayê, serdema enerjiya nukleerî bi dawî kir!
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina operatorên Isar 2 yên li Bayern, Neckarwestheim 2 yên li Baden-Wurttemberg û Emslandê yên li bakur-rojavayê welêt, hemû reaktorên van 3 santralên nukleerî, hatine girtin.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, ev santralên li cihên navborî, şeva şemiyê beriya saet 12:00an, hatine girtin. Hat diyarkirin ku bi vî awayî, pêvajoya bêçekkirina di hilberîna elektrîkê de li Almanyayê bi dawî bûye.
Ligel ku santralên nukleerî yên navborî êdî bi tora elektrîkê ve nayên girêdan, sala borî ji % 6ê hewcedariya welêt bi enerjiyê peyda kiribûn.
Serokê Daîreya Ewlehiya Nukleerê ya Wezareta Jîngehê ya Almanyayê Gerrit Niehaus ji ajansa nûçeyan a Alman DPAyê re axivî û got,
"Em li gorî qanûnê dixebitin û diyar e ku ji 16ê Nîsanê û pê ve xebitandina elektrîka nukleerî dê bibe sûc.”
Bi dawîbûna enerjiya nukleerî ya li welêt re tê destnîşankirin ku xetereya di vî warî de bi dawî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin