Altan Tan: Zilhêzên Cîhanê nexwestin pirsa Kurd bê çareserkirin

21 October 2020 15:08 0 dîtin
Altan Tan: Zilhêzên Cîhanê nexwestin pirsa Kurd bê çareserkirin

PeyamaKurd – Parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan ji medya tirk re li ser têkçûna pêvajoya aştiyê ya çareserkirina pirsa Kurd û çekberdana PKKê diyar kir, hêzên gerdunî ango zilhêzên cîhanê nexwestin pirsa kurd bê çareserkirin lewma jî ew prose têk çû.

Altan Tan di bernameya Okan Bayulgen TV100ê de li ser proseya aştî û çareseriyê ya sala 2009an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpê kiribû axivî û got, “Lihevkirina Kurdan û Tirkan li Rojhilata Navîn yan jî çareserkirina pirsa Kurd li derveyî înîsiyatîfa wan bû û hêzên gerdunî ango zilhêzên cîhanê nexwestin çareser bibe.”

Tan herwiha dibêje ku cemaeta Fethullah Gulen jî nedixwest çareserî çêbibe û li ser têkdana wê proseyê jî da zanîn, “Ti ji hikûmetê bipirsî dibêje PKKê xera kir, ji PKKê jî bipirsî dibêje hikûmet û dewletê xera kir, lê mixabin hinekan dest da hev û ew kar têk birin.”