Amadekariya bo ahenga Newroza Diyarbekirê hat ragihandin
PeyamaKurd - Li Diyarbekirê bi beşdariya nûnerên Partiyên Tifaqa Kurdistanî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser amadekariyên ahenga Newroza îsal civîneke rojnamevanî hat lidarxistin.
Di civînê de hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn îsal li Diyarbekirê agirê Newrozê bê vêxistin û daxwaz ji xelkê kirin beşdarî ahenga Newroza îsal bibin.
Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand ku wan amadekariyên xwe temam kirine û li bendê ne ku roja 21ê Adarê li Amedê agirê Newrozê bê dadan.
Komîteyê bi daxuyaniyeke rojnamevanî li Diyarbekirê diyar ragihand ku ev Newroz ji bo xelkê Kurd gelekî girîng e û divê xelk jî beşdarî wê ahengê bibin.
Di civînê de, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk got, li her çar perçên Kurdistanê êrişên ji bo jinavbirina statuya gelê Kurd zêde bûne û diyar kir, “Newroza îsal girîng e ku em berxwedanê mezin bikin.”
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî da xuyakirin ku ew dê bi liberçavgirtina rêkarên xweparastina ji koronayê îsal “bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin