Amerika bo Iraqê sewqiyata leskerî û çekan kir: Hejmara leskeran derkete deh hezaran

21 May 2019 12:58 0 dîtin
Amerika bo Iraqê sewqiyata leskerî û çekan kir: Hejmara leskeran derkete deh hezaran

PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku hêzeke leşkerî ya girêdayî Amerîkayê gihaştiye baregeha leşkerî ya Ayne Esad a li bajarokê Enbarê.

Sewqiyat piştî şandina keştiya balafirhilgiar a USS Abrahamn Lincoln bo Kendavê Basrayê hefteyekê bi şûnde pêk hat.

‘HEJMARA LEŞKERAN DERKETE DEH HEZARAN’

Hat ragihandin ku hejmara leşkerên hêzên Amerîkayê yên li baregehên Ayn el Esad û El Habaniyeh a Enbarê derkeiye deh hezaran.

Li gorî heman çavkaniyê leşkerên Amerîkayê bi 70 wesayît zirxî yên Hummerî bo herêmê hatin hinartin. Nehat zanîn bê sewqiyata leşkerî bi çi armancê hatiye kirin lê balkêş e piştî ku balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hatiye armanckirin ev sewqiyat pêk hat.