Amerîka dixwaze NY biryara dawîn bide
PeyamaKurd - Rêveberiya Amerîkayê ji Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku îşev biryara dawiyê der barê lêkolînên bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê bide.
Piştî civîna duh Amerîka daxwaz kir ku di rûniştina îro de KENY biryara dawiyê derbarê pirojebiryara lêkolînê, li ser pirsa bikaranîna çekên kîmyayî li Dûmayê bide.
Tevî ku pêşbînî heye Rûsya careke din pirojebiryarê Veto bike, lê serokê Amerîka Donald Trump li ser wê yekê rijd e ku Konsey biryara dawiyê bide, ji ber wê sedemê jî, seredana xwe ji bo çend welatan hilweşand.
Di 7ê vê mehê de, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî bajarê Dûma yê Xûtaya Rojhilatê Şamê bordûman kirin û di encamê de, bêtirî 100 welatiyên sivîl, ji zarok û jin hatin kuştin. Amerîka û Fransayê li ser vê dixwazin li Sûriyê bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin