Amerîka dorpêçê danî ser 11 sîrketên Çînê
PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê bi sedema ku rola 11 şîrketên Çînê di binpêkirina mafên mirovan yên li Ûygûra otonom heye, wan xiste lîsteya dorpêçan. Wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê Wilbur Ross, bi awayekî nivîskî ragihand ku rola 11 şîrketên Çînê bo ser mislimanên otonom yên Ûygûrê hene, “li ser wan zorê dikin, wan digrin, bi zorê dixebitînin, bê riza wan doneyên biyometrîk û genetik tehlîl dikin” dorpêçê danî ser wan. Ross weha got:
“Bi biryara dorpêçên ku me îro sitend, me kir ku Partiya Komunîst ya Çînê, bi mal û teknolojiya Amerîkayê dê nikaribe êrîşan bo ser misilmanên bêparastin bike.”
Bi vê biryarê tam 20 şîrketên Çînê, li ser heman mijarê ketin nav lîste ya dorpêçên Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin