Amerîka dorpêçê danî ser kes û sîrketên terefdarên Hûsiyan

10 June 2021 22:39 0 dîtin
Amerîka dorpêçê danî ser kes û sîrketên terefdarên Hûsiyan

PeyamaKurd – Wezareta Xezînê ya Amerîkayê hin kes û şîrketên bi Hêzên Qudsê û Hûsiyan re têkiliyên wan hene û bi deh milyon dolaran alîkariya wan dikin, 7 kes û 4 şîrketan xist lîsta dorpêçan. Wezareta Xezînê babetê bi nivîskî weha ragihand:

“Wezareta me îro bo endamên tora qaçaxçiyan yên bo Hêza Qudsê û Hûsiyên li Yemenê fon temîn dikin, me dorpêçan danî ser wan.”

Di beyanê de hat ragihandin ku di nav 7 kesan de Said Ahmed Muhammed el-Cemal heye û li Îranêye. Di seha petrolê û gelek sehayên din de bi deh milyon dolaran pere qezenc dike û dide Hûsiyên li Yemenê. Bi van pereyan di êrîrşên bo ser sîvîlên li Yemenê û ser avahiyên bingehîn dikin. Eger ev fona hanê dewam bike, dê li herêmê şer neraweste û krîza mirovahiyê dawî lê nê. Li ser mijara Yemenê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di ser hesabê xwe yê  Twitter ê de weha got:

“Bo Amerîka agibesê bide qebûlkirin û di nav hevdîtinên agirbesa bo şerê Yemenê de cîh bigre, wê zorê bide ser Hûsiyan û dewam bike. Me îro dorpêçan danî ser tora kes û şîrketên parawan yên ku destekê didin hêzên Qudsê û Hûsiyan.”