Amerîka: Eger heye zarokên li Kampa Holê di paserojê de bibin çekdarên DAISê
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di raporeke xwe de da zanîn ku “Eger heye ji sedî 50 şêniyên Kampa Holê bibin çekdarên DAIŞê.”
Ofîsa Rûbirûbûna Terorê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya nîvê salê de eşkere kir, eger heye zarokên ji 12 salî biçûktir ên li Kampa Holê di paşerojê de bibin çekdarên DAIŞê.
Li gorî raporê, îsal 14 welatan ji zêdeyî 3 hezar û 500 welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerandine.
Herwiha di sala 2022yan de jî 13 welatan 3 hezar welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerandibûn.
Li gorî heman raporê, niha nêzîkî 9 hezar çekdarên DAIŞê yên berê, li ba Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtî ne.
Di raporê de bal tê kişandin ku ev DAIŞiyên berê ewlehiya herêmê dixin metirsiyê û divê li welatên xwe werin vegerandin.
Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, çekdarên DAIŞê û malbatên wan li vê kampê dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin