Amerîka: Em daxwaza lêkolîneke demildest û zelal ji bo kustina Emîn Îsa dikin

01 July 2021 11:01 0 dîtin
Amerîka: Em daxwaza lêkolîneke demildest û zelal ji bo kustina Emîn Îsa dikin

PeyamaKurd –   Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê, bi peyamekê dilgiraniya xwe ya di derbarê kuştina Emîn Îsa di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de anî ziman û daxwaza lêkolîneke demildest û zelal kir.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê diyar kir: “Amerîka ji raportên ku behsa mirina Emîn Îsa Elî di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de nîgeran e. Em daxwaza despêkirina lêkolîneke demildest û zelal dikin. Her kesê di ber vê destdirêjî yan serederiya xerap a bi girtiyan re berpirs be, divê were cezakirin.”

Emîn Îsa Elî ji 22ê Gulana borî ve ji aliyê asayîşê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî û papora bijîşkî dibêjin ku Emîn di bin îşkenceyeke tund de hatiye kuştin.

Emîn Îsa Elî ku endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ye, PDK-Sê jî bi daxuyaniyekê kuştina Emîn Îsa bi tundî şermezar kir û daxwaz ji rêxistinên navdewletî yê mafên mirovan kir destêwerdan û lêkolînê di vê tawanê de bikin û tawanbar û kujerên Emîn bidin dadgeheke aşkere û bi çavdêriya navdewletî.”