Amerîka: Em ji bo Îranê ji bilî dîplomasiyê bijardeyên din jî difikirin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin li Pentagonê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz kir.
Piştî hevdîtinê Koşka Spî ragihand, Serok Joe Biden ferman daye ji bilî dîplomasiyê vebijêrkên din jî bifikirin.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî Lloyd Austin diyar kir ku ew ligel fikarên Îsraîl yên derbarê tevgera Îranê ya bihêzkirina bernameyên moşekî û atomî ne û got, ew û Îsraîl ji bo Îran nebe xwedî çekên nukleerî xwedî heman fikrî ne.
Gantz jî di heman civînê de li ser pêwendiyên stratejîk ên di navbera Îsraîl û Amerîkayê de gotiye, “Ji bo pêşîgirtin û dijberiya Îranê, ez li bendê me ku em hevkariya xwe xurt bikin û li dijî Îranê rawestin. Divê ez bibêjim ku Îran xetera herî mezin e li ser aştî û aramiya cîhanê û herêmê.”
Berdevka Koşka Spî Jen Psaki jî di daxuyaniya rojnamevanî de li ser hevdîtinê ragihand, “Serok Joe Biden ferman daye tîma xwe ku heger rêyên dîplomatîk ên li gel Îranê bi ser nekevin, bijardeyên din bifikirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin