Amerîka: Em li dijî bikaranîna tûndiyê ne li beramber xwepêsanderên Îranê
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kiriye, ew piştgiriyê li çalakiyên aştiyane yên hemwelatiyan dikin û li dijî bikaranîna tûndiyê ne li beramber xwepêşanderên Îranê.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyê de daye zanîn, li gor zanyariyên gihîştine wan, beramber xwepêşanderan tûndî tê bikaranîn û ew kiryarên Komara Îslamî ya Îranê beramber xwepêşanderan şermezar dikin.
Herwiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê eşkere kiriye, ew piştevaniyê li maf û çalakiyên aştiyane yên Îraniyan dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY Internetinal) Komara Îslamî ya Îranê bi kuştina çalakvanên medenî û bikaranîna gulleyan beramber xwepêşanderan tohmetbar kiribû.
Ji ber nebûna xizmetguzariyan av û karebayê, berî 2 hefteyan li parêzgeha Xûzistanê xwepêşandan destpê kiribûn û ew hêzên emnî yên Îranê jî bi tûndî hewl dabûn xwepêşandanan bi dawî bikin û di encama aloziyan de, herî kêm 10 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin