Amerîka I Joe Biden li ser krîza Ûkraynayê Konseya Ewlekariya Nistimanî dicivîne...
PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Spî Jen Psakî, ragihand ku îro Yekşemê 20ê Sibatê Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser krîza Ûkraynayê Konseya Ewlekariya Niştimanî dicivîne.
Psakî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser bûyer û rewşa heyî Ûkraynayê û diyar kir ku Biden bi awayekî rêkûpêkî bi rewşê tê agahdarkirin û got, “Hat teyîtkirin ku wê Rûsya kêlî berî kêliyê êrîşî Ûkraynayê bike.”
Psakî da zanîn ku Cîgira Biden Kamala Harris jî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di hevdîtinên ligel lîderan de zanyarî wergirtine û wê Biden piştî nîvro Konseya Ewlekariya Niştimanî bicivîne.
Hêjayî gotinê ye ev biryara civandina Konseya Ewlekariyê piştî êrîş û teqînên li herêmên Donest û Luhanskê yên Ûkraynayê pêk tê ku li gorî agahiyên piştrastkirî du leşkerên Ûkraynayê hatine kuştin û hêzên rûsî jî heta 5 kîlometran nêzîktirî sînorê Ûkraynayê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin