Amerîka: “Ji petrola stratejîk em dikarin 30 mîlyon varêl bifrosin”
PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Sipî Jen Psaki ragihand ku di çarçoveya Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî (IEA) ya rewşa lezgîn de, ku biryarê dabû 60 mîlyon varêl petrolê ji bo bikaranînê bixin bazarê, ji 60 mîlyon varêlan wê niha 30 mîlyon varêl bixin bazarê.
Psakî, bi nivîskî ragihand ku li hemberê bandora şerê ku serokê dewleta Rûsyayê ku Vladimir Putin xwest, xebatê dikin. Psakî got ku piştî şêwrên dûr û dirêj welatên endamên IEA yê lihevkirin û weha dewam kir:
“Weka perçeyekî ji vê peymanê, wê serok Biden desthilatê bide wezareta enrejiyê ku 30 mîlyon varêl petrolê ji bo bikaranînê bixin bazarê. Wê endamên IEA yê bazarê bişopînin û eger pêwistbe, wê zêdetir petrolê bixin nav bazarê da bihayê petrolê zêde nebe.
Ji ber tevgerên Putin, ji bo di bazara enerjiya dinyayê de birîn nekeve enerjiyê an jê re sînorekî bê danîn, em amade ne ku temamê alavan bikarbînin û ji Rûsyayê dûr di afirandin û temînkirina cûreyên enerjiyê de, dê xebatên me dewam bikin.”
Ji ber şerê Rûsyayê û Ûkraynayê, di encamê de zêdebûna bihayê petrolê ya di bazara dinyayê de, bazarê serûbinê hev kiriye û bihayê petrola Amerîkayê ji di bazara Texasê de106 dolarî derbas kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin