Amerîka li ser êrîsa seha Kor Morê ya Kurdistanê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Roja borî grûbekî nerewa li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li navça Çemçemalê li seha xazê ya Kor Morê bi roketan li tesîsan xistibû. Di tesîsê de zerara elektrîk û avahiyan çêbû bû
Li ser bûyerê berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê Matthew Miller êrîşê şermezar kir. Matthew Miller di mijarê de weha got:
“Amerîka êrîşa grûbên çekdarên terefdarên Îranê ku di encama êrîşê de zerarê dane elektrîkê û avahiyên bingehîn yên sîvîl û bi giştî zerarê dane elektrîka Herêma Kurdistanê şermezar dike. Em bang li rayedarên Iraqê dikin ku lêpirsînê bikin û sûcdaran derxin ber edaletê. Li hemberê van êrîşên wahşî û bê wate em Herêma Kurdistanê û hevkarên xwe yên Iraqê destek dikin.
Ji bo desthilata Iraqê û ewlehiya wê destek bikin, em ê bi rêvebiriya Herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê re xebatên xwe dewam bikin.”
Do grûbên çekdar yên terefdarên Îranê di 22.45an de bi IHAyan li seha Kor Morê ya Çemçemaşê xistibûn. Di encama êrîşê de elektrîka deverê hat birîn û xebata di tesîsê de bo demekî rawestiya.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin