Amerîka li Sûriyê dorpêçê danî ser 2 grûbên çekdar yên bi desteka Tirkiyê
PeyamaKurd - Amerîka li Sûriyê bi sedema neheqiya ser Kurdan û îhlala mafên mirovan, dorpêçê danî ser 2 grûbên çekdar yên ku bi desteka Tirkiyê li Sûriyê yên kiryarên xerab dikin.
Wezareta xezînê ya Amerîkayê bi nivîskî ragihand ku li Kurdistana Rojava li bajê Efrînê 2 grûbên çekdar yên bi navên Tumena Suleyman Şah (Tûxqay) û Tumena Hamza ne ku gelek caran mafên mirovan îhlal kirine, mirovan revandine û herêmê yaxma kirine.
Bi her dû grûban re her weha Amerîka dorpêçê danî ser Muhammed Huseyin El Casim (Ebu Emşe), Walid Huseyin El Casim û Seyf Boule Ebubekir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku her dû grûbên çekdar jî li hemberê Kurdên Efrînê gelek caran mafên mirovan îhlal kirin e û nehiştine ku herêm xwe bide ser hev.
Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Amerîka biryarê daye ku xelkê Sûriyê ji zora grûbên çekdar û tirsa şiddetê biparêze û destekê bide xelkê.”
Di daxuyaniyê de ji bo Tûxaya Suleyman Şah weha hat gotin:
“Ûnsûrekî muxalefeta li dijî hukumeta Sûriyê ye û endamê Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) ye. Tûxay, li Sûriyê kontrola devera Efrînê dike. Tûxay xelkê herêmê direvîne û xespê dike. Tûxay dixwaze Kurd terka malên xwe bikin, ji bo kesên revandiye fidye dixwaze û tacîzê dike.”
Di daxwuyaniyê de ji Tumena Hamza re jî weha hat gotin:
“Tumena Hamza li bakûrê Sûriyê xebatê dike û çekdare. Tevlî revandina mirovan bûye, malê xelkê diziye û tevlî bûyerên îşkencê bûye. Kesên direvîne wexteka dirêj wan di tesîsên xwe de di binçav de dihêle. Revandin ji bo sitendina fîdye ye. Endamên Tumena Hamza tecawuzê revandiyan dike.”
Di daxwuyaniyê de behsa her sê kesên ku dorpêçan daniye ser wan yên bi navên Muhammed Huseyin El Casim (kod nav: Ebu Emşe), Walid Huseyin El Casim û Seyf Boule Ebubekir de weha dike:
“Muhammed Huseyin El Casim, lîderê Tûxay a Suleyman e. Endamên Tûxayê yên di bin serpereştiya Ebu Emşe de bi zorê Kurda ji ser warên rakir, dest danî ser mulkên wan. Xaniyên vala da mirovên şervanên di tûxayê de yên di derveyê deverê de. Ebu Emşe her weha ferman da tûxayê da di salê de bi milyonan pere qezenc bikin û ji bo wê jî bi rêxistin kesên ku revandin ji bo serbest bên berdan ji wan fîdye sitendin û dest deynin ser malên wan.”
Hat gotin ku Walid Huseyin El Casim jî birayê biçûk yê bi navê kod Ebu Emşe an ku Muhammed Huseyin El Casim e. Revandinê, êrîşên cinsî, xesp û karên fîdye organize dike. Konseya Îslamî ya Sûriyê gelek caran wî (Walid) bi êrîşa cinsî ya ser jinan tewanbar kiriye. Walid di sala 2020an de girtiyekî ku fîdye nedaye kuştiye.
Di daxwuyaniyê de ji bo Seyf Boule Ebubekir jî weha hatiye gotin:
“Di vîdeoyên propogande yên Tumena Hamza de cîh girtiye, di raya giştî de weka rûyê rêxistinê xwuya dike.”
Hem ji bo Ebubekir weha hatiye gotin:
“Dema Ebubekir fermandar bû, Tumena Hamza bi tewana ku jinên Kurdan revandiye, mehkûman tacîz kiriye, carna bûye sedema mirina xelkê û zorê daye ser xelkê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin