Amerîka: Petrola Kurdistanê ji bo me girîng e

28 August 2023 17:28 0 dîtin
Amerîka: Petrola Kurdistanê ji bo me girîng e

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Mark Straw hêvî kir ku projeyasaya petrol û gazê bi hevbeşîya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê were amadekirin û pesendkirin û got: “Pirsa petrola Herêma Kurdistanê ji bo welatê me pirseke girîng e.”

Mark Straw di civîna îro 28ê Tebaxê ya ligel Wezîrê Elektrîk û Samanên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih destnîşan kir ku pirsa petrola Herêma Kurdistanê pirseke girîng e ji bo Amerîkayê û xwest projeyasaya petrol û gazê bi hevbeşî di navbera her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de were amadekirin û pesendkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Elektrîkê di civînê de rewşa sektora elektrîk û petrolê ya Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û Konsulê Amerîka gotiye, gavên ku Wezareta Elektrîkê ji bo bikaranîna enerjiya rojê ji bo hilberîna elektrîkê avêtine, gelekî girîng in.

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê jî derbarê civînê de, li ser medya civakî platforma X ragihand, “Her du aliyan li ser berfirehkirina hevkariyên di warê enerjiyê de bi taybetî enerjiya nûjen ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistana xweragir li Iraqê gotûbêj kirin.”